Taximê Amedspor û yê Igdir FK'yê li stadyûma "Igdır Şehir" hatin beramberî hev.
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serkeftina Amedsporê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî got ku ez bi germî û ji dil Amedsporê pîroz dikim ku ji bo Lîga Superê bi ser ket.
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê destnîşan kir ku ew bi vê serkeftinê gelekî şad bûne û wiha got:
"Ev serkeftin her wiha li hemû piştgir û alîgirên Amedsporê pîroz be.
Em hêvîdar in ku her tim wê bi ser bikeve û nûnertiya Amedê ya herî baş bike. Her bijîn, her hebin."
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan amedspor pîroz kir
Li aliyekî din jî, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê X’ê derbasbûna Amedspor a ji bo Super Lîgê Amedspor pîroz kir.
Erdogan di parvekirina xwe de Amedspor pîroz kir û jê re serkeftin xwest.
Tîma Amedsporê di hefteya 38’an a Lîga 1’ê de li deplasmanê bi tîmeke din a bakurê Kurdistanê Igdir FKyê re lîst.
Amedspor û Igdir FK 3-3 wekhev man.
Bi vê encamê, Amedspor derbasî Lîga Super a Tirkiyê.