Maçên Play-Off'ê yên Lîga Ewruopayê duh bi dawî bûn

Duh maçên ku ji bo Play-Off'ê Lîga Ewruopayê dihatin lîstin bi 7 maçan bi dawî bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bologna roja pêncşemê di dema zêdekirî de li hember Romayê bi skora 4-3 bi ser ket û derbasî çaryekfînala Lîga Ewropayê bû.

 

Maça di navbera Bologna û Romayê li Stadyoma Stadio Olimpico bi encama 4-3 bi serkeftina Bologna qediya.

 

Golên ku taxima Bologna tomar kirin jî wiha bûn Jonathan Rowe di xuleka 22'an de,  Federico Bernardeschi jî di xuleka 45+2'an de.

 

Di heman demê de Santiago Castro jî di xuleka 58'an de û Nicolo

Campiaghi jî di xuleka 111'an de  ji dema zêdekirî  ji bo Bolognayê gol avêtin.

 

Her wiha Ivan Ndicka di xuleka 32'an de, Donyell Malen jî di xuleka 69'an de û Lorenzo Pellegrini di xuleka 80'ê de jî ji bo Romayê gol avêtin.

 

Bologna li hember Romayê bi serket û gihîşt çaryekfînala Lîga Ewropayê.

 

Bologna dê di gera bê de bi Aston Villayê re rû bi rû bimîne.

 

 

Aston Villa li hemberî Lille bi ser ket û gihîşt çaryekfînalê

 

 

Li aliyek din jî Aston Villa piştî ku roja Pêncşemê di maça duyemîn a tûra 16'an de li hember Lille bi 2-0 serketin bi dest xist, derbasî çaryekfînalên Lîga Ewropayê bû.

 

John McGinn di xuleka 54'an de û Leon Bailey 86'an de golên Aston Villa bi destxistin.

 

Aston Villa dê di tûra bê de bi Bologna re rû bi rû bimîne.

 

Ji bilî van maçan 5 maçên din jî hatin lîstin ew jî wiha ne:

 

5 maçên ku duh hatin lîstin, wiha ne:

 

FC Midtjylland - Nottingham Forest FC : 2 - 1

 

 

Olympique Lyonnais - Celta Vigo : 0 - 2

 

 

AS Roma - Bologna : 3 - 4

 

 

Porto - Stuttgart : 2 - 0

 

 

Real Betis - Panathinaikos : 4 - 0

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye