Trump: Xistina balafiran bandorê li dan û standinên bi Îranê re nake

Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihand ku xistina balafirên wan ên şer ji aliyê Îranê ve, bandorê li ser dan û standinên gengaz ên bi Tehranê re nake.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şevê din Îranê balafireke şer a amerîkî xist xwarê.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi rêya telefonê beşdarî weşana televîzyona NBC`yê bû û li ser rojevê axivî.

 

Trump, di axaftina xwe de hûrgiliyên derbarê xebatên lêgerîn û rizgarkirina tîmên her du balafirên ku ji aliyê Îranê ve hatine xistin de, eşkere nekirin.

 

 

Trump: Em di rewşa şer de ne

 

 

Serokê Amerîkayê, êrîşên li ser Îranê wekî "operasyoneke leşkerî ya gûr û hûr" pênase kir.

 

Donald Trump, li ser şêwazê weşandina nûçeyên têkildarî vê rûdanê yên di medyaya Amerîkayê de, dilgiraniya xwe anî ziman.

 

Trump, dest nîşan kir ku xistina balafiran li pêşiya dan û standinan nabe asteng û got:

 

"Nexêr, dê qet bandorê neke. Nexêr, ev şer e. Em di rewşa şer de ne."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye