Platforma Kurdolingo, bi armanca çareserkirina pirsgirêkên xwe gihîştina çavkaniyên dîjîtal ên bi kalîte ji bo kesên ku dixwazin Kurdî fêr bibin dest bi weşanê kir.
Platform, bikaranîna derfetên serdema dîjîtal, armanc dike ku gihîştina sê zaravayên sereke Kurmancî, Soranî û Kirmanckî yên Kurdî hesan bike.
Kurdolingo, ji sepanên fêrbûna ziman ên klasîk cuda bi pêşxistina naverok û amûrên taybetî ji bo zimanê Kurdî derdikeve pêş.
Platform, hem ji bo fêrbûna zimanan û hem jî ji bo kesên ku dixwazin jêhatîyên xwe yên zimanê Kurdî baştir bikin ekosîstemeke dîjîtal a berfireh pêşkêş dike.
Sê zarava li ser yek platformê cih digirin
Yek ji taybetmendiyên herî berbiçav ên Kurdolingo, ew e ku ew sê zaravayên Kurdî li ser heman platformê pêşkêş dike.
Bi saya pergalên ku bi hêza mejiyê çêker dixebitin, bikarhêner dikarin bi rêya berawirdkirinê li ser zaravayên cûda fêr bibin.
Her wiha platform armanc dike ku di nav hev de amûrên ji wêjeya klasîk û amûrên dîjîtal ên nûjen pêşkêş bike.
Kurdolingo pirtûkxaneyeke dewlemend ava kiriye
Kurdolingo, dîsa ji bo kesên ku bi Tirkî û Îngilîzî diaxivin materyalên fêrbûna ziman, her wiha abonetiyên dersên zindî, kursên deng û vîdyoyan jî pêşkêş dike.
Platform, her wiha wergerên Kurdî yên berhemên nivîskarên wekî George Orwell, Virginia Woolf û Franz Kafka di formatên PDF û pirtûkên dengî de pêşkêş dike.
Ji bo zarokan jî berhemên wekî Peter Pan, Pinocchio û Mîrê Biçûk dihewîne.
Amûrên ku bi hêza mejiyê çêker dixebitin tên bikaranîn
Yek ji armancên sereke yên Kurdolingo ew e ku veguherîna dîjîtal a zimanê Kurdî bi amûrên bi hêza mejiyê çêker bileztir bike.
Di vê çarçoveyê de, tê plankirin ku di demek nêzîk de gelek sepanên nû li ser platformê werin destpêkirin.
Ev ferhengek dîjîtal a pirzimanî, amûrên rastkirina rastnivîsê û pergalên wergerandina pirzimanî dihewîne.
Her wiha danasîna amûrên ku di navbera alfabeya Erebî û Latînî de diguherîne.
Kurdolingo bikaranîna zimanê Kurdî di cîhana dîjîtal de berfireh dike
Armanca platformê ew e ku bi rakirina sînorên erdnîgarî, fêrbûna Kurdî ji bo bikarhênerên ku li deverên cuda yên cîhanê dijîn hêsantir bike.
Kurdolingo, ku rêbazên hînkirina zimanê kevneşopî bi mejiyê çêker re dike yek, armanc dike ku xuyabûn û qadên karanîna zimanê Kurdî di cîhana dîjîtal de berfireh bike.
Kurdolingo niha li benda xwendekarên xwe ye.