Îsraîl û Sûrîye bi piştgiya Amerîkayê agirbest ragihandin

Îsraîl û Sûriye, li ser agirbesteke taybet bi rewşa Siweydayê bi piştgiriya Amerîka li hev kirin û Tom Barrack daxwaz dike ku nasnameyeke nû ji Sûriyeyê re bê danîn.

WASHÎNTON IVAN HESAN
reset font size increase font size

Nûnerê Amerîka yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack diyar kir ku, Sûriyeyê û Îsraîl,bi piştgiriya Amerîka û Wezîrê wê yê Karên Derve Marco Rubio li ser agirbestekê li hev kirine. Barrack anî ziman ku, Tirkiye, Urdin û cîranên wan agirbest pêşwazî kirin."

Tom Barrack lihevkirin wekî "pêşhateke mezin" bi nav kir.

Di agirbestê de, daxwaz ji hemû aliyan hat kirin ku çekên xwe deynin û "nasnameyeke nû ya Sûrî" ava bikin û di vê derbarê de,Tom Barrack got: "Em bangî Durzî, Bedewî û Suniyan dikin ku çekên xwe deynin û bi hev re l igel kêmîneyên din, nasnameyeke nû û yekgirtî ya Sûriyeyî di nav aştî û xweşguzeraniyê de li gel cîranên xwe ava bikin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye