Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî gereke din a serdanên xwe yên fermî bo welatan dest pê dike.
Piştî vegera xwe ji Amerîkayê, biryar e roja pêncşemê Elî Zeydî bi serdanekê bigihêje Tehranê û li gel berpirsên Îranî bicive.
Li ser vê mijarê, berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî ragihand ku ev serdanên Serokwezîrê Îraqê di çarçoveya cîbicîkirina bernameya hikûmeta Îraqê de ne.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê di berdewamiya nirxandina xwe de diyar kir ku ew bi vê serdanê armanc dikin ku weke Îraq peywendiyên xwe digel cîranên xwe xurtir bikin.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê: Ev serdan ji ber pêwîstiyên cîrantiyê ye
Li ser wê pirsê ka gelo ev serdana Elî Zeydî peywendiya wê bi radestkirina çekên di destê komên çekdar ên nêzîkî Îranê li Îraqê de heye an na?
Heyder Ebûdî wiha bersiv da vê pirsê:
"Dosyaya sînordarkirina çekan di destê dewletê de pirsyarekî serweriya Îraqê ye û hikûmeta Îraqê gelek caran tekez kiriye ku ev dosya li gorî biryarên destûr û qanûnê bi rê ve diçe.
Ev biryareke neteweyî ya serbixwe ye di çarçoveya bernameya hikûmetê de ku armanca wê çespandina serweriya dewletê û bihêzkirina desthilata qanûnê ye."
Îran: Elî Zeydî nikare Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî bibîne
Her çend e di vê serdana xwe de Elî Zeydî dê digel berpirsên bilind ên Îranê bicive; lê ew hêviyên ku Serokwezîrê Îraqê bibe yekemîn berpirsê biyanî ku digel Rêberê Nû yê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî bicive, wekî tiştekî dûr tê dîtin.
Li gorî agahiyan, berpirsên Îranê Bexdayê agahdar kirine ku civînek bi vî rengî nayê kirin, ev jî ji ber nîgeraniyên ewlehiyê yên li derdora cihê civînê û rêkarên parastina wî rêberî ye ku kêm tê dîtin.
Elî Zeydî red kiribû ku berî Amerîkayê serdana Îranê bike
Ev serdana Elî Zeydî bo Îranê di demekê de ye ku berî Zeydî serdana Amerîkayê bike, Îranê pir hewl da ku Serokwezîrê Îraqê wê serdanê betal bike û yekemîn serdana xwe ya fermî bo Tehranê bike, lê belê Elî Zeydî ev daxwaza Îranê red kir.
Piştî Îranê jî, biryar e roja 28’ê vê mehê Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî serdana Tirkiyê bike û li ser çend babetan digel berpirsên wî welatî gotûbêjan bike.