Amedspor bi golparêzê tîma neteweyî re peymanek 3 salî îmze kir

Rojnameya werzîşê ya Fransî L’Équipe îdia kir ku Amedspor bi golparêz Alban Lafont, ku ji bo Nantesê dilîze, peymanek sê salan îmze kiriye. Amedsporê her wiha wêneyek lepikên golparêz li ser medyaya civakî parve kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî rojnemeya L’Équipe, yek ji weşanên werzîşî yên Fransî yên pêşeng, ragihand ku Amedspor, ji bo sezona xwe ya yekem di Sûper Lig de amadekariyan dike, di veguhestina golparêzan de gaveke girîng avêtiye.

Di raporê de tê gotin ku golparêzê 27 salî Alban Lafont dê peymanek sê salan bi Amedsporê re îmze bike. 

Tê îdiakirin ku klûba kesk-sor dê bi qasî 1 mîlyon euro xerca veguhestinê bide tîma Nantes.

Golperezê Perava Acê Lafont ji Nantesê derket

Tê gotin ku salek ji peymana Lafont bi tima Nantesê re maye, û tê payîn ku ew piştî daketina tîma Fransî bo Lîga 2, ji veqete.

Golparêzê xwedî ezmûn, ku sezona dawî bi deyn li Panathinaikos derbas kir, di hemû pêşbirkan de 37 maç de lîst. 

Lafont, ku di heman demê de di tîma neteweyî ya Perava Acê de ji bo Kûpaya Cîhanê ya sala 2026’an e, 4 caran ji bo welatê xwe lîst.

Alban Lafont, ku di sala 2021'ê de bi bihayê transferê nêzîkî 7.5 milyon euroyî tevlî tîma  Nantesê bû, bi tevahî 198 maçên fermî ji bo tîma Fransî lîst.

Tê texmîn kirin ku Amedspor îro Alban Lafont radigihîne

Li gorî rojnemeya L'Équipe, veguhastin dê di demek nêzîk de bi fermî were piştrast kirin. 

Piştî parvekirina medyaya civakî ya Amedsporê ya li ser lepikan, tê payîn ku ew îro bi fermî ragihînin ku wan bi Lafont re peyman îmze kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye