Di Koma E ya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de, Almanya li hemberî Perava Acê 2-1 bi ser ket.
Maça ku li Stadyuma BMO ya Torontoyê hate lîstin, bi serkeftina Almanyayê ya 2-1 bi dawî bû.
Perava Acê, bi saya gola Kessie di nîvê yekem de 1-0 pêşeng bû.
Almanyayê ku piraniya lîstikê li paş de ma, bi saya golên futbolîstê Kurd Deniz Undav bi ser ket.
Undav, di deqeya 68'an de gol avêt û tîma xwe wekhev kir.
Piştre wî di dema zêdekirinê de dîsa gol avêt û di deqeya 90+4`an de gola serkeftinê ji bo Almanyayê anî.
Ev gola sêyemîn a Deniz Undav di Kûpaya Cîhanê de bû.
Almanyayê, kampanyaya xwe ya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an bi serkeftina 7-1 li dijî Curaçao dest pê kir.
Bi vê encamê hejmara puanên xwe gihand 6'an û Perava Acê jî di 3 puanan de ma.
Almanyayê bi vê serkeftinê cihê xwe di tûra 32'an de misoger kir.
Lîstikvanê kurd Deniz Undav di du maçên Kûpaya Cîhanê de 3 gol avêtin û du asist çêkirin.
Bi vê encamê Deniz Undav di turnûvaye de du asistan û bi sê golan di rêza yekem de cih digre.