Li Wan, Izmîr Û Mêrsînê daxwza parastina jinan hat kirin

Meclîsên Jinan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî kuştina jinan li Wan, Îzmîr û Mêrsînê meşiyan, bang li civaka navneteweyî û rayedarên Tirkiyê hat kirin ku bi berpirsiyariya xwe rabin da ku kuştina jinan bi dawî bibe. Halîde Turkoglu, berdevka Meclisa Jinan, ragihand ku ev kuştin gihiştine asta şer û qirkirinê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Jin dengê xwe bilind dikin. Daxwaz tê kirin ku kuştin bi dawî bibe û rê li ber jiyanê bê vekirin.

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî kuştina jinan, li 3 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meşiyan.

Berdevka Meclisa Jinan a Dem partiyê Halîde Turkoglu destnîşan kir ku tekane rêya li dijî kuştina jinan, xweparastin û rêxistinbûn e û wiha axivî: "Di serdema ku pirsgirêka Kurd û demokratîkbûn tê nîqaşkirin, bêyî çareserkirina pirsgirêkên jinan, aştî ne pêkan e."

Li Wan, Îzmîr û Mêrsînê ev çalakî birêve çûn.

 

Li navenda bajarê Wanê bi sedan jin kom bûn

 

Li navenda bajarê Wanê bi sedan jin li dijî kuştina jinan meşiyan.

Halîde Turkoglu da zanîn ku kuştina jinan gihiştiye asta şer û qirkirinê, her wiha da xuya kirin ku bi rêya avakirina meclisên taxan û çareserkirina pirsgirêkan, dê tundiya li dijî jinan kêm bibe.

 

Meclisa jinan a DEM-Partî li Wanê serkêşiya çalakiyê kir

Berdevka Meclisa Jinan a Dem partiyê bang li hemû jinan kir ku bi hev re xwe birêxistin bikin, bi hev re kuştina jinan rawestînin û parastina xwe ava bikin.

 

Li Îzmîrê daxwaz hat kirin ku kuştina jinan bi dawî bibe

 

Parlamentera Îzmîrê Burcugûl Çubuk di çalakiya li Îzmîrê de axivî û got: Ji bo pêşîgirtina kuştina jinan, divê dadgeh û meclîs dev ji parastina zilaman berdin û heta ku kuştina jinan ji aliyê civakê ve weke nerewa neyê dîtin, ev yek nayê sekinandin.

 

Li Mêrsînê jî DEM Partiyê serkêşiya çalakiya jinan kir

 

Ji aliyê xwe ve jî, hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş ev yek anî ziman ku kuştina jinan berpirsyariya dewletê ye û êrîşên desthilatê yên li ser mafên jinan, polîtîkayên qeyûman û biryarên weke “Sala Malbatê” rexne kir.

Bedriye Kuş di dawiyê de banga rêxistinbûnê li jinan kir û got: "Her rêxistinbûneke jinan jiyanekê xilas dike."

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24