Dewleta Îranê welatiyekî Kurd bi dar ve kir

Pêla girtin û bidarvekirinê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bênavber berdewam dike. Dewleta Îranê welatiyekî Kurd ku ji bajarê Seqizê ye, bi dar ve kir û cezayê girtîgehê li mamosteyekî Kurd birî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Mafên Mirovan a Hanayê ragihand ku dewleta Îranê roja çarşemê cezayê bidarvekirinê der heqê welatiyê Kurd ê bi navê Şoreş Sitarzade de biriye.

Şoreş Sitarzade ji xelkên bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û li Zindana Navendî ya Sineyê hat bidarvekirin.

Li gorî raporên ku hatine wergirtin, ev kes beriya 18 salan hatiye girtin û piştre ji hêla dadweriya dewleta Îranê ve cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.

Heta niha, ti agahî li ser hûrgiliyên pêvajoya darizandinê, dema ku biryara bidarvekirinê hatiye dayîn, an jî hevdîtina wî ya dawî bi malbata wî re, nehatine weşandin.

Cezayê girtîgehê li mamosteyekî Kurd hat birîn

Li aliyekî din, Rêxistinê Hanayê diyar kir ku mamoste û welatiyê Kurd ê ji Parêzgeha Xorasana Bakurî yê bi navê Arya Nûranî, 14 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Di agahdarnameya dayî de, bêyî ku sedemên sûcdariya wî were eşkere kirin tenê hat gotin ku ev welatî bi 14 meh cezayê girtîgehê hatiye cezakirin.

Arya Nûranî berê di xwepêşandanên çileyê yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin.

Piştî nêzîkî du hefteyan ji girtinê, piştî ku kefaleteke mezin heta dawiya darizandinê daye, ew bi demkî ji girtîgehê hat berdan.

Berî girtinê, Arya Nûranî wekî mamosteyekî fermî li dibistaneke seretayî li Eyaleta Mane ya Xorasana Bakur dixebitî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye