Şandeya AKP'ê, bi şandeyeke PDK'ê ku ji Endamên Polîtburoyê Sîdad Barzanî, Zagros Fetah, Hoşyar Zêbarî û Berdevkê PDK'ê Mehmûd Mihemed pêk dihat, civiya.
Zafer Sirakaya li ser hevdîtina bi PDK'ê re got, “Me kêfxweşiya xwe ya ji bo gavên hevpar ên li dijî hemû rêxistinên terorê ku gefê li ewlehî û aramiya herêma me dixwin, anî ziman."
Her wiha şandeya AKP'ê bi Berpirsê Pêwendiyan û Endamê Polîtburoyê yê YNK yê Derbaz Kosret Resûl re jî civiya.
Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Zafer Sirakaya got :“Me tekezî li ser biryardariya hevpar a di têkoşîna li dijî terorê de kir.”
Di dawiyê de Zafer Sirakaya destnîşan kir ku di hevdîtinê de her du alî hevnêrîn bûn ku aramiya siyasî zemîna aramiya aborî û civakî ye.