Şampiyonê LaLigayê Barcelona hewlên xwe ji bo îmzekirina lîstikvanê navendî yê xwedî tecrûbe ya Manchester City, Rodrî didomîne.
Li gorî rojnemeya The Times, klûba Katalan pêşniyarek nû ji bo lîstikvanê Spanyayî amade dike.
Tê gotin ku vê carê, Barça dê 51 mîlyon £ pêşkêşî klûba Îngilîstanê bike.
Tîma Îngilîstanê Manchester City dixwazê lîstikvanê xwe yê Spanyayê bi 80 mîlyon £ bide.
Barça dixwaze Rodrî, ku salek ji peymana wî bi City re maye, zûtirîn dem de li tîmê xwe zêde bike.
Di vê navberê de, Tîma Real Madrîd jî bi lîstikvanê 30 salî re eleqedare ew ji dixwazin Rodrî tevlî tîma xwe bike.
Di sezona borî de, Rodrî 33 maç ji bo klûba Manchester City lîst û 2 gol avêtin.
Wî di serkeftina Kûpaya Cîhanê ya Spanyayê de rolek girîng lîst û Topa Zêrîn qezenc kir.
Her wiha lîstikvanê xwedî tecrûbe Rodrî ji dixwaze tevlî tîma Barcelona bibe.