Karwanek ji malbatên DAIŞ'ê yên Kampa Holê gihîşt Helebê

Hikumeta Veguhêz a Sûriyê dixwaze malbatên endamên DAIŞˊê li gundewarê Helebê bi cih bike. Di vê çarçoveyê de, karwanek ji malbatên endamên DAIŞˊê yên li Kampa Holê, di nava nezelaliyên têkildarî veguhastina wan de, gihîşt gundewarê Helebê. Belavbûna malbatên endamên DAIŞ'ê, di nava civaka Sûriyê de rê li ber ji nû ve zindîkirina çeteyên DAIŞ'ê vedike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kampa Holê dewr girt, gelek tevgerên xeternak rû didin.

 

Kamp niha wek teqemeniyeke eyarkirî dibe ku her kêlî bibe sedema teqînekê û DAÎŞ ji nû ve zindî bike.

 

Piştî ku hêzên QSD'ê xwe ji kampê vekişandin bûyerên revê û berdana malbatên DAÎŞ'iyan rojane pêk tên. Hikûmeta Veguhêz jî bi polîtîkayeke taybet kampê vala dike.

 

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li gor amarên derketine dixwaze van malbatan li gundewarê Helebê bi cih bike.

 

Çavkaniyên xwecihî daxuyandin ku karwanek ji malbatên endamên DAIŞˊê yên li kampa Holê ya gundewarê Hesekê gihîştine gundewarê Helebê.

 

Valakirina kampê xeteriyan bi xwe re tîne

 

Çavkaniyan bi bîr xist ku karwan ji 6 kamyonên ku nêzî 300 kesan ku piranî zarok û jin in pêk tê gihîştiye deverên gundewarê Helebê li nêzî bajarokê Axterînê.

 

Îro, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê dîmenên nû yên kampê parve kirin ku hema bêje tevahî beşên kampê vala ne.

 

Li gorî amarên berê, li kampê bi hezaran malbatên DAIŞˊê di nav de 15 hezar Sûriyeyî, zêdetirî 6 hezar zarok û jinên biyanî dihatin girtin.

 

Tevî gihîştina karwanaan a li gundewarê Helebê, heya niha hikûmeta Veguhêz a Sûriyê tu daxuyaniyên fermî ji bo zelalkirina veguhastina wan nedaye.

 

Çend heftene li kampê û derdora wê nakokiyên ewlehiyê hene û dîmenên revandina malbatên DAÎŞ'iyan tên parvekirin.

 

Tê gotin ku çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê gelek malbatên çeteyên DAIŞˊê revandine.

 

Çekdaran ew malbat ber bi herêmên cuda yên li Sûriyê ve birine.

 

Ev valakirina sîstematîk a kampa Holê xeretiyê bi xwe re tîne.

 

Pispor diyar dikin ku belavbûna malbatên DAÎŞ'ê di nava civaka Sûriyê de dê rê li ber zindîkirina çeteyên DAIŞˊê veke.

 

Ji ber ku belavbûna van malbatan avakirina şaneyên nû û tevlîbûna çeteyên DAIŞˊê hêsan dike.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye