Szk: Divê Zimanê Kurdî fermî bibe

Saziya Zimanê Kurdî bang li Hikûmeta Vegûhêz kir ku biryarnameyeke nû ji bo fermîkirina zimanê Kurdî derxîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di derbarê buyerên ku li herêmê û bi boneya Roja Zimanê Kurdî SZK daxuyaniyek da.

SZK di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Ji bo biserketina vê pêvajoyê û avakirina Sûriyeka pirreng, pêwîst e serê pêşîn zimanê Kurdî fermî bê nasîn.

Her wiha pêwîste zimanê perwerdeyê li herêmên Rojavayê Kurdistanê bê pejirandin, hemû dezgeh, saziyên ziman û perwerdeyê bi awayekî layîq û demokratîk entegre bibin.

Lewra nasîna zimanê Kurdî, pîvana sereke ya welatîniya wekhev û demokrasîyê ye."

Saziya Zimanê Kurdî di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev peyam da:

"Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi bûyerên dawî yên Koşka Dadê ya Hesekê, dide têgihiştin ku dil heye ku siyaseta nijadperestî û yekzimanîyê dîsa li Sûriyê bi rê ve bibe.

Her wiha wek hikûmeta berî xwe, zimanên din tune dibîne.

Di vê çarçoveyê de, kiryarên ku tên kirin û daxuyanîyên fermî yên rayedarên hikûmeta Şamê, cihê şermezarîyê ne.

Kurd neteweyeka resen a vê axê û vî welatî ne, mafê wan heye ku zimanê wan fermî be û li hemû dezgehên hikûmetê de li herêmên Kurdan, bê bikaranîn."

SZK wiha got:

"Li şûna qedexekirin û tunedîtina kurdiyê, em li bendê bûn ku hikûmeta demkî ya Şamê, serê pêşîn sembol û şûnmayên dagirkerîyê li Efrîn û Serêkanîyê ji holê rake û li wan deveran rê li ber zimanê Kurdî veke ku ew dever herêmên Kurdan in.

Di heman demê de, modela dersa bijare ku heftane du saet e, bi rastîya miletê me re ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, li hev nake û neheqiyeke herî mezin e ku li ber avakirina Sûriyeka yekreng û navendî, rê xweş dike.

Zimanê me, mafê me yê rewa ye û naskirina wî, mercekê jêneger ê biserketina vê pêvajoya nû ye."

Di dawiyê de SZK`ê ji serokkomariya Sûriyê jî daxwaz kirin ku bi biryarnameyeke taybet, zimanê Kurdî wekî fermî nas bike heta ku destûra bingehîn tê danîn.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye