Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro ragihand ku hêzên wê dorpêça deryayî ya li ser Îranê didomînin.
CENTCOM‘ê destnîşan kir ku heta niha berê 92 keştiyên bazirganiyê hatine guhertin, 3 keştî hatin bêbandorkirin û 2 jî hatine kontrolkirin.
CENTCOM‘ê di daxuyaniyekê de ku li ser X‘ê weşandiye destnîşan kir ku ev tevger armanc dike ku pabendîbûna bi dorpêça deryayî were garantîkirin.
Hate gotin, balafireke şer a F-35A ya Hêza Hewayî ya Amerîkayê tevgerên xwe li ser avên herêmî didomîne.
CENTCOM: Di dorpêçkirina Îranê de 92 keştî rêya xwe guhertin
CENTCOM ragihand ku di çarçoveya dorpêça deryayî ya li ser Îranê de 92 keştiyên bazirganiyê berê xwe guhertin, 3 hatin bêbandorkirin û 2 jî hatine kontrolkirin.