Li Edeneyê mînibusek qelibî 18 kes birîndar bûn

Duh li Tirkiyê navçeya Yuregîr a Edeneyê, mînibusa karkerên çandiniyê qelibî tê de18 kes birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di mînibusa ku ket cihoka avê de kesî jiyana xwe ji dest neda lê 18 karkerên çandiniyê bi giranî birîndar bûn.

Piştî îxbarê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û kesên birîndar bûbûn rakirin nexweşxaneya bajêr û li wir tedawî dibin.
 
Têkildarî bûyerê ji bo ronîkirina qezayê lêkolîn hat destpêkirin. 

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di rêyên karkeriya demsalî de gelek kes jiyana xwe ji dest dane lê rexmî vê yekê jî heya niha ji bo tedbîr girtinê ti gav nehatiye avêtin.  

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye