Bi boneya 7`emîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarê Reqayê şahiyek hate lidarxistin.
Nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD), deste û saziyên rêveberiyê tev li şahiyê bûn.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên El Osman axivî û got: "Ev bone, ji bo bîranîna têkoşîna hevbeş a gelên herêmê, dîrokî ye."
El Osman bal kişand ser avabûna rêveberiya Xweser û wiha lê zêde kir:
"Rêveberiya me, di şert û mercên herî dijwar de ava bû.
Terorê hewl dida rûmet û azadiya mirov têk bibe.
Lê şêniyên herêmê û pêkhateyên wê, bi giyana hevgirtinê û îsrarê li hember terorê li ber xwe dan û ew berxwedan bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû."
Hisên El Osman: Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyan hêvî ye
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên El Osman wiha axaftina xwe bi dawî kir:
"Rêveberiya me, ji bo Sûriyan hêvî ye.
Zêdetirî 5 milyon sûrî li herêmên Rêveberiya Xweser in ku vîna xwe îsbat kirin û saziyên xwe tevî êriş û dorpêçê bi pêş xistin."
Her wiha Hevserokê MSD`ê Mehmûd El Mislet destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ne tenê projeyeke xwecih a teng e, lê belê veguherî saziyeke nîştimanî ku pirrengiya Sûriyê rave dike.
El Mislet anî ziman ku ji bo MSD, Rêveberiya Xweser bingeha siberoja Sûriya nû ye û wiha axivî:
“Divê hevbeşiya civakî bê xurtkirin, tecrubeyên di navbera saziyan de bên parvekirin.
Li hember astengî û zehmetiyan bi hev re bisekinin. Lihevkirina 10`ê Adarê, bingeha yekitiya Sûriyê û avakirina welatekî komker a hemû Sûriyan e.”
"Rêveberiya Xweser, berhema fedekariyên şehîdan e"
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Şêx Elî jî got ku Rêveberiya Xweser, berhema fedekariyên şehîdan e yên ku bi xwîna xwe rêya azadiyê xêz kir.
Şahî bi pêşandana berhemên hunerî bi dawî bû.