Bafil Talebanî û cîgirê serokê CHP’ê civiyan

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û cîgirê serokê CHP’ê Namîk Tan li Silêmaniyê civiyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ofîsa Serokê YNK`ê ragihand serokê YNK’ê Bafil Talebanî, li avahiya sereke ya Mekteba Siyasî pêşwazî li cîgirê serokê CHP’ê Namîk Tan kir.

Serokê YNK’ê di hevdîtinê de daxwaz û piştigiya partiya xwe ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê dubare kir û got:

“Emê li ser bingehê siyaseta Mam Celal hewl bidin pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê bi hemû aliyan ve ser bixin. Her wiha rûhiyeta pêkvejiyan û biratiyê di navbera gelên herêmê de zindî bikin.”

Cîgirê serokê CHP’ê Namîk Tan jî, hêvî kir ku pêngava erênî ya di çarçoveya pêvajoya aştiyê de bibe wesîleya vekirina Balafirxaneya Navnetewî ya Silêmaniyê.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24