Gendeliya li Îraqê: Mal û milkên 12 parlamenter û rayedarên berê hatin desteserkirin

Dadgeha Lêkolînê ya Kerx û Wezareta Darayî ya Îraqê biryara desteserkirin û blokekirina hemû mal û milkên guhêzbar û neguhêzbar ên 12 parlamenter û şêwirmendên berê yên Serokwezîrê Îraqê da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî belgenameyên fermî yên Banka Navendî ya Îraqê (CBI), ji bo cîbicîkirina biryara Dadgeha Kerx a taybet bi dosyayên gendeliyê, daxwaznameyek ji bo hemû bankên hikûmî û taybet hatiye şandin daku hesabên bankî yên van kesan bên astengkirin. Ev berpirs û parlamenter beriya niha di 28'ê Hezîrana 2026'an de di çarçoveya operasyoneke berfireh a li dijî gendeliyê de hatibûn girtin. Di lîsteya desteserkirinê de navên weke Ibrahîm Mihemed Ebas (şêwirmendê berê yê serokwezîr), her weha parlamenterên naskirî mîna Aliya Niseyif Casim û Musena Ebdulsamed Samerayî hene.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye