Lezgin

Em li ser baregeha “El Udeyd” çi dizanin?

reset font size increase font size

Baregeha asmanî El Udeyd a Emerîkî ya ku li paytexta Qeterê Dohayê bi cih dibe. Îranê êrîşek bi mûşekan li ser wê pêk anî. Baregeha El Udeyd yek ji tesîsên leşkerî yên Emerîka ya herî xurt di cîhanê de ye. Navendeke sereke ya operasyonên Emerîkî yê li Rojhilata Navîn e.

Duh seatên êvarî Îranê êrîşeke bi mûşekan li ser baregeha El Udeyd pêk anî. Bi ev êrîş bala raya giştî û ragihandinê çû ser baregaha El Udeyd. Ev baregeh wekî mejiyê Pentagonê li Rojhilata Navîn tê naskirin.

Baregeha El Udeyd ku wekî balafirgeha Ebû Nexla jî tê naskirin. Ev baregeh mezintirîn baregeha Hêzên Asmanî ya Emerîka li derveyî Emerîkayê ye. Bi qasî 30 kîlometreyan li başûrê rojavayê paytexta Qeterê Dohayê dikeve.

Ev baregeh zêdetirî 10 hezar leşkerên Emerîkî yên Hêzên Asmanî, leşkerên Qeterî, Hêzên Asmanî yên Brîtanî û Hêzên Navendî yên Emerîkayî (CENTCOM) tê de bi cih dibin.

Qeterê avakirina baregehê di sala 1996’an de, bi dawî kir û di dirêjahiya salan de, ji bo pêşxistina wê kêmtirî 8 milyar dolar xerc kiriye.

Ev baregeh artêşa Qeterê li kêleka artêşa Emerîkayê û Hêzên Asmanî yên Brîtanî bi kar tînin.

Baregeha El Udeyd hejmareke ji sîstemên parastina asmanî di nava xwe de dihewîne. Hêzên Emerîkayî dikarin ji vê baregehê ber bi devereke berfireh ve biçin ku 21 welat tê de ne.

Di encama êrîşa duh êvarê ku Îranê li ser baregeha El Udeyd pêk anî de hat ragihandin ku tu zirar û ziyanên çênebûye.

Malva Misto

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24