Şer bû sedema bihabûna enerjiyê

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê sekinand. Ji ber şer, bihayê gaza xwezayî û petrola xam gelekî zêde bû. Li Îraq û Qeterê jî hilberîna petrolê kêm bû, bihayê şekir, zibil û soya jî zêde bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê yê li ser Îranê ku di 28’ê Sibatê de dest pê kiribû hîn jî dewam dike.

 

Firotina derve ya enerjiya Rojhilata Navîn ji ber şer asteng dibe.

 

Êrîşên Îranê yên li ser keştiyan, navendên enerjiyê û girtina Tengava Hurmuzê gefê li rêjeya ji sedî 20'ê daxwaza LNG û petrolê ya navneteweyî dixwe.

 

Bihayê warîla petrola Brent duh gihîşt 83 dolarî û bi vî rengî ji tîrmeha 2024’an û vir ve gihîşt asta herî bilind.

 

Bihayê gaza xwezayî ya Ewropayê heta asta ji sedî 40’î zêde bû; buhayê şekir, zibil û soya jî zêde bû.

 

Îraqê hilberîna li qadên Rumeyla û Qurna Rojava 2 bi milyaran warîlî kêm kir.

 

Qeterê hin ji navendên LNG’ê yên herî mezin ên cîhanê girt.

 

Erebistana Siûdî û Îsraîlê hilberîn kêm kirin.

 

Çîn û Hindistanê jî di peydakirina enerjiyê de rêje daxistin.

 

Li DYA’yê bihayê benzînê serê galon gihîşt 3 dolarî û bi vî rengî ji meha mijdarê û vir ve gihîşt asta herî bilind.

 

Sipahê Pasdaran: Tengava Hurmuz di bin kontrola me de ye

 

Îro Sipahê Pasdarên Îranê ragihand ku Tengava Hurmuzê bi temamî di bin kontrola wan de ye û her keştiyek ku hewl bide derbas bibe wê bibe armanc.

 

Li gorî medyaya Îranê, Berpirsê Hêza Deryayî ya Sipahê Pasdaran Zarî Mihemed Ekberzade ragihandiye ku Tengava Hurmuzê niha bi temamî di bin kontrola wan de ye.

 

Tengava Hurmuzê ku Kendava Basrayê bi Kendava Omanê û deryayên vekirî ve girêdide wekî rêyek avê ya stratejîk tê zanîn.

 

Pispor diyar dikin ku girtina tengavê dikare di bazarên cîhanê de rê li ber guherînên cidî veke û di serî de wê aboriyên pêşkeftî yên ku girêdayî enerjiyê ne bihejîne.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye