Li Iraqê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Saziya Dij Terora Iraqê ragihand ku di encama operasyonekê de 4 çekdarên DAIŞ’ê hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Têkildarî operasyonê, Saziya Dij Terora Iraqê daxuyaniyek da.

Saziyê ragihand, hêzên wan li parêzgehên Kerkûk, Mûsil, Diyale û Selahedînê çend operasyon li dijî DAIŞ’ê pêk anîne.

Di encamê de li Mûsilê 3 çekdarên DAIŞ`ê û li bajarokê Reşad ê girêdayî Kerkûkê jî çekdarekî DAIŞ’ê hat girtin û gelek tunelên wan hatin ruxandin û gelek kelûpel û teqemenî jî hatine îmhakirin.

Saziya Dije Terora Iraqê tekez kir ku wê operasyonên hêzên wan li dijî DAIŞ`ê berdewam bin, heya ku ewlehî û aramiya Iraqê bi temamî bê parastin.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24