Ji ber ku Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê mûçeyê mehên dawî yên karmend û mamostayan belav nakir, nerazîbûn û boykot dewam dikin.
Tê gotin li gelek herêmên din jî bi heman armancê mamosteyan boykot ragihandine û neçûne dibistanan. Vê boykotê jî bandora xwe li sedî 90’ê dibistanan kiriye.
Tevî bi salane heman pirsgirêk dewam dike jî, lê heta niha hikûmetê ev pirsgirêk çareser nekiriye.