Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê, pêvajoya aşitîyê rojeva sereke ye.
Ev demek e, dihat gotin ku gelo wê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve gav werin avêtin an na?
Niha qanûna çarçove ku wê bingeha yasayî ya pêvajoyê pêk bîne, di rojeva aliyan de ye.
Tê payîn ku qanûna çarçoveyî ji 10-11 madeyan pêk were û dê demkî be
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên AKPê, qanûna çarçoveyî, ku tê payîn ji 10-11 madeyan pêk were, dê demkî be û bi şertê ku "çekberdan were piştrastkirin û verastkirin" dê bikeve meriyetê.
Rayedarên AKPê dibêjin ku pêşniyar dikare bi sernavekê mîna "Pêşnûmeya Qanûnê li ser Hilweşandin, Bêçekkirin û Bidawîkirina Hebûna Yasayî ya Rêxistina Terorê ya PKK-KCK" ji Parlamentoyê re were pêşkêşkirin.
Omer Çelik: Qanûna çarçove dê bi şertê ku çek bên danîn were bicîhanîn
Piştî civîna Desteya Biryar û Rêvebirina Navendî ya AKPê (MKYK) ku di destpêka hefteyê de pêk hat.
Berdevkê partiyê Omer Çelik piştî civînê diyar kir ku ew gihîştine qonaxa nirxandina çarçoveya qanûnî ya ku dê li gorî danîna çekan ji aliyê rêxistinê ve di pêvajoya "Tirkiya Bê Terorê" de bikeve meriyetê.
Çelik duh jî di bernameyeke televîzyonê de ku ew beşdar bûbû de diyar kir ku qanûna çarçove dê bi şertê ku çek bên danîn were bicîhanîn.
"Divê beriya meha tîrmehê çarçoveya qanûnî were rojeva meclîsê"
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de diyar kir ku beriya Meclîs biçe batlaneya havînê, divê çarçoveya qanûnî were rojeva Meclîsê û got:
“Li herêmê gel ji me re dibêje; ‘PKKê çekên xwe şewitandin, lê Tirkiyê ti gav neavetin.’
Ji me dipirsin dibêjin, ‘Gelo dewlet pevçûnê dixwaze yan na?’ Ev ne pirsa me ye, pirsa gel e. Ev pêvajo bi gotinan nabe.
Divê beriya meha tîrmehê çarçoveya qanûnî were rojeva Meclîsê.
Em ê helwesta, ‘negihîşt vê mehê û piştî Meclîs vebibe, em ê bînin rojevê’ qebûl nekin.”
Çavkanî, destnîşan dikin ku naveroka qanûna çarçoveyî bi piranî hatiye zelalkirin, lê ji bo ku ew were bicîhanîn, divê mekanîzmayek were damezrandin da ku piştrast bike ku rêxistinê çekên xwe danîne.
Çavkaniyên AKP’ê: Dê demeke sînorkirî were destnîşankirin
Partiya desthilatdar jî xebata xwe ya li ser pêşnûme qanûnê didomîne.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên AKPê, qanûna çarçove dê bendên ku armanc, çarçove û pênaseya rêziknameyê û her wiha rewşa yasayî ya endamên rêxistinên ku çekên xwe deynin diyar dikin, di nav xwe de bigire.
Li gorî vê, qanûn dê bi hûrgilî rave bike ka hilweşandina rêxistinê û radestkirina çekan dê çawa were piştrastkirin, pêvajoyên lêpirsîn û dozgeriyê dê çawa werin meşandin û rewşa mehkûmên di girtîgehê de dê çawa were nirxandin.
Qanûn, ku tê gotin ji 10-11 madeyan pêk tê ku xala ketina meriyetê jî di nav de ye, dê destnîşan bike ku endamên rêxistinê yên ku di nav heyama diyarkirî de vegerin Tirkiyê dê ji qanûnê sûd werbigirin.
Partiya desthilatdar pêşbînî dike ku ev heyam salek be.
Çavkaniyên AKP’ê: Statuyeke taybet a Abdullah Ocalan tune ye
Serokê MHPê Devlet Bahçelî pêşniyar kiribû ku ji bo rêberê damezrîner ê PKKê Abdullah Ocalan statuya "Koordînatorê Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê" bê dayîn.
Lêbelê, partiya desthilatdar li ser vê pêşniyarê dudil e.
Çavkaniyên partiyê diyar dikin ku Abdullah Ocalan niha li Îmraliyê girtiyekî mehkûm e û wiha lê zêde dikin:
"Guhertina statuyê pêvajoyeke qanûnî ya cuda ye; ew dikare di bin qanûneke efûyê de be.
Lêbelê, di qanûna çarçoveyî de, ti bend tune ne ku efûyekê pêk bîne."
Heman çavkanî dibêjin ku di çarçoveya rejîma înfazê ya heyî de, şert û mercên girtîgeha Abdullah Ocalan dikarin bên baştirkirin û destûr bê dayîn ku ew bi rojnamevan, akademîsyen û beşên cuda yên civakê re hevdîtinan bike.