Rapora Tirkiyê ku di civîna giştî ya Parlamentoya Ewropayê (PE) de li Strasbourgê ya Fransayê di 16-17ê hezîranê de hate nîqaşkirin, hate pejirandin .
Piştî temambûna nîqaşên li ser rapora ku ji hêla nûnerê Spanyayê yê Parlamentoya Ewropayê û her wiha raportorê Tirkiyê Nacho Sanchez Amor ve hatibû amadekirin, îro di rûniştina giştî ya Parlamentoya Ewropayê de dengdan pêk hat.
Parlamentoya Ewropayê rapora salane ya li ser Tirkiyê bi 381 dengan qebûl kir.
Parlamentoya Ewropayê: Pirsgirêkên bingehîn li Tirkiyê çareser nebûne
Di raporê de hate diyarkirin ku di serdemeke wiha de ku polîtîkaya berfirehkirina Yekîtiya Ewropayê (YE) her ku diçe, geş dibe, Tirkiyê ji ber kêmasiyên di reformên demokratîk de nekarîbûye vê fersendê binirxîne.
Di raporê de ku 381 parlamenteran piştgirî dane, 107 parlamenteran dengê "na" dane û 171 parlamenter jî bêalî mane.
Hate diyarkirin ku tevî daxuyaniyên hikûmeta Tirkiyê yên ku pabendbûna xwe ya bi endamtiya YE'yê dubare dike jî, pirsgirêkên bingehîn ên ku bandorê li pêvajoya endamtiyê dikin nehatine çareserkirin.
PE bang li Tirkiyê kir ku maf û azadiyan biparêze
Her wiha hate destnîşankirin ku divê Tirkiyê rêzê li têkiliyên cîrantiya baş û hiqûqa navneteweyî bigre.
Di raporê de, hat diyar kirin ku Tirkiyê mafên serwer ên welatên endam ên YEyê yên wekî Yewnanistan û Qibrisê bin pê dike.
Raportorê ji Spanyayê yê ji Koma Sosyalîst û Demokratan Sancho Nachez Amor, ev nêrîn anîn ziman:
“Tirkiye bi temamî ber bi modeleke otorîter ve bi lez pêşde diçe.
Bûyera herî dawî ya ku partiya mûxalefeta sereke CHP û serokatiya wê ya rewa dike armanc, mînaka herî dawî ya têkçûna berfireh a piralîbûna demokratîk û serweriya hiqûqê ye û rola darazê ya ku ji bo armancên siyasî veguheriye çekekê radixe ber çavan.
Li hemberî rewşeke wiha giran, em ji bêdengiya Komîsyonê, Servîsa Karûbarê Derve ya Ewropayê (EEAS) û dewletên endam ên ku çavên xwe ji hilweşandina demokrasî ya li Tirkiyê re digirin, pir bi fikar in.
Ev bêdengî zirarê dide navûdeng û pêbaweriya YE'yê û beşên alîgirên Ewropayê û alîgirên demokrasiyê yên civaka Tirk hîn bêtir dûr dixe, encamên neyênî, li pey xwe dihêle.”
Di raporê de rexne li Tirkiyê hat kirin
Di pêşnûmeya rapora Parlamentoya Ewropayê de, ji biryarên DMME-Dadgeha Destûrî ya ku nehatiye bicîhanîn bigire û heta tayînkirina qeyûman, îşkenceya li girtîgehan û siyaseta wê ya li ser Sûriyê, li ser gelek mijaran rexneyên tund li Tirkiyê hatine kirin.
Di raporê de hat gotin ku "taktîkên derengxistinê û helwesta hikûmetê ya li hemberî gavên paşîn ên pêvajoyê, li hemberî geşedanên derve lawaztir û hesastir kiriye".
Ji Tirkiyê hat xwestin ku "çarçoveyeke sazûmanî ji bo aştiyeke mayînde ava bike".