Bi çalakiya girtiyê siyasî Nesîm Sîmyarî re Sirûnaz Ehmedî jî ji bo piştevaniya wî bike dest bi greva birçîbûnê kir.
Sirûnaz Ehmedî bi peyamekê diyar kir ku çalakiya wê, heta roja 15’ê cotmehê wê berdewam bike û eger daxwazên Nesîm Sîmyarî pêk neyên wê grev dirêjtir bike.
Sirûnaz destnîşan kir ku çalakiya Nesîm Simyarî girêdayî Ferîba Kemal Abadî ye ku ev 10 sal in di girtîgehê de ye û dem hatiye were azadkirin, lê rejîma Îranê ev yek paş xistiye.
Di 12’ê cotmehê de girtiyê siyasî Nesîm Sîmyarî li girtîgeha Evîn ji bo dilsoziya bi Ferîba Kemal Abadî re ketiye greva birçîbûnê.
Di heman demê de, biryar hatibû girtin ku hefteya bê Ferîba Kemal Abadî bihata berdan, lê ev biryar hat paşxistin.