Konseya Siyasî ya naverest û Rojavayê Sûriyê derbarê erkdarkirinên di parlementoya Sûriyê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de, hat ragihandin ku ew bi temamî “erkdarkirinên di parlementoyê de” boykot dikin.
Her wiha bang li şêniyên li naverest û rojavayê Sûriyê kir ku avakirina desteyên hilbijartinan boykot bikin.
Her wiha hat diyarkirin ku ew rewşa halê hazir qebûl nakin û daxwaz kirin ku girîngî bidin bicihkirina bendên biryara 2254 di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de were kirin.
Beriya niha Hikûmeta veguhez a Sûriyê ragihandibû ku wê di navbera 15-20`ê îlonê de hilbijartinên Parlamentoyê li dar bixe û bi bihaneya ewlehiyê wê hilbijartin li heremên Rêveberiya Xweser û Siweydayê pêk neyê.
Civaka elewî jî li dijî biryara hikûmetê bertek nîşan da.