Lêpirsîna li dijî Can Holdîngê bi encam bû

Operasyona 11`ê Îlonê ya li dijî Can Holdîngê bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Kuçukçekmecê ya Stanbolê pêk hatibû bi encama bû. 5 kes hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di encama lêpirsîna li dijî Can Holdîngê de ku Haberturk, show TV, Zanîngeha zanistî jî di nav de 121 şirket hatibûn desteserkirin Serokê Komîteya Rêveber a Can Holdîngê Kenan Tekdag bi şertê kontrola adlî hate berdan û 5 kes jî hatin girtin.

Ev lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Kuçukçekmecê ve hatibû destpêkirin bi îdea “ Rêxistina tawan, gendelî, dizî û diravê gemar 10 kes hatibûn binçavkirin.

Serdozgeriyê ji ber rêxistinkirina bikaranîna tawan Devran Çimen, Devran Can, Mehmet Kaya, Kemal Çimen û Cemal Can bi armanca rêxistina tawan hatiye ava kirin û endamên wê ne hatin girtin.

Serokê Komîteya Rêveber a Can Holdîngê Kenan Tekdag jî bi şertê derketina derveyî welat qadexe û li malê girti be hate berdan. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24