Kurtulmuş: Komîsyon wê di meha tebaxê de dest bi kar bike

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin bi çalakiya çêk şewitandinê re derbasî qonaxeke nû bû. Numan Kurtulmuş di axaftinek xwe de da diyar kirin ku komîsyona li meclîsê bê avakirin di meha Tebaxê de dest bi kar bike.

reset font size increase font size

Li ser hîmê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ji aliyê Tevgera Azadiyê ve gelek gavên şenber hat avêtin. 
Niha çav hemû li meclîsê ne. Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş di axaftinek xwe ya li Çanakkaleyê de da destnîşan kirin ku komîsyona meclîsê di meha Tebaxê de dest bi kar bike. 

Kurtulmuş da diyar kirin ku dê Tirkiyê vê firsendê bi yekbûna civakî û biryardariya siyasî re binirxîne. 

Kurtulmuş da zanîn ku komîsyon bi tevlêbûna hemû partiyên siyasi yên li Meclîsê were avakirin û got: “Înşallah di demekî herî nêz de, di serê meha Tebaxê de em ê xebatan bidin destpêkirin.”

Kurtulmuş di axaftina xwe da bal kişand li ser şewaza xebatê ya vê komîsyonê jî û diyar kir ku dê komîsyon ji bo pêş xistina demokrasiya Tirkiyê jî rist bilîze. 

Kurtulmuş herî dawî diyar kir ku dê komîsyon di demekî herî kin de pêşniyarên xwe amade bike û bîne rojeva meclîsê û wiha axivî: “Em hemû wek milet hewl bidin vê pêvajoyê bighînin serkeftinê.” 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24