Federasyona Satrancê ya Rûsyayê daxwaza derxistina serokê Federasyona Satrancê ya Ûkraynayê Oleksandr Kamyshin kir, ji ber ku banga armanckirina bajarên Rûsyayê kiriye.
Ajansa nûçeyan a Rûsî TASS, ragihand ku Federasyona Satrancê ya Rûsyayê daxwaz kir ku Kamyshin ji hemû çalakiyên têkildarî satrancê were dûrxistin.
Piştî daxuyaniyên wî yên di hevpeyvînan de, di daxuyaniyên giştî û parvekirinên medyaya civakî de wekî handana çalakiyên leşkerî yên li dijî sivîlên li Rûsyayê hatin hesibandin.
Federasyona Rûsyayê anî ziman ku ev daxuyanî li gorî wê, binpêkirina rêgez û exlaqên Federasyona Satrancê ya Navneteweyî ne.
Her wiha Fedrasyonê tekez kir ku ev kiryar tedbîrên dîsîplînê yên tund heq dikin, di nav de dûrxistina wî ya demdirêj ji hemû çalakiyên têkildarî lîstikê.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku ev daxuyanî û helwestên piştgiriya tundûtûjiyê, wekî ku ji hêla Federasyona Satrancê ya Rûsyayê ve hatine wesifandin, rasterast bandorê li civaka satrancê ya li Rûsyayê û lîstikvanên wê dikin.