Îranê duh li desteya giştî ya salane ya Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) pêşnûmeqanûna ji bo qedexekirina êrîşên li ser tesîsên nukleer nîqaş kir.Îranê ev pêşnûmeqanûn di kêliya dawî de paşve kişand.
Necefî ji AFP’ê re diyar kir ku endamên UAEA’yê ji nûnerên Îranî re gotine, 'ji bo ew piştgiriyê nedin biryarê ji DYA’yê zextek zêde dîtine'.
Amerikayê zextên giran kir da ku pêşî li pejirandina pêşnûmeqanûna ji aliyê Îran, Rûsya û Çînê ve li Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî bigire.
Di naveroka pêşnûmeqanûnê de êrîşên Îsraîl û DYA’yê yên li ser tesîsên nukleer ên Îranê weke “binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî” tê şermezarkirin û bang li hemû dewletan kirin ku êrîşî tesîsên nukleerî yên aştiyane yên welatên din nekin.