DEM Partî: Ji bo mafê hêviyê divê tavilê gav bên avêtin

Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê têkildarî “Mafê hêviyê” daxuyanî da. Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan diyar kir ku ji bo mafê hêviyê biryar di destê dadgeh û organa siyasî de ye û got: " Desthilatdarî, meclîs û her kesên berpirsyar divê tavilê gavê biavêjin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser “Mafê hêviyê” li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da.

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan bi lêv kir ku tevî 11 sal bi ser biryara komîteyê re derbas bûye jî lê ji aliyê Tirkiyê ve tu gav nehatine avêtin, ji ber vê yekê Rêberê Apo û bi hezaran kes bandor dibin.

Her wiha DEM Partiyê bang li Komîteya Ewropayê kir ku li dijî Tirkiyê tedbîrên binpêkirinê bide xebitandin.

 

"Ji bo pêkanîna “mafê heviyê” hewcehî bi guhertinên qanûnî hene"

 

Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku ji bo pêkanîna “mafê heviyê” hewcehî bi guhertinên qanûnî yên pêwîst hene û wiha domand: 

"Divê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bi lez û bez bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike û ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’, qanûnên Entegrasyona Demokratîk nîqaş bike û pêşniyarên xwe pêşkêşî komîsyona têkildar bike."

Ozturk ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê bang li Serokatiya Meclisê, partiyên siyasî yên ku di Mecliisê de ne û parlamenteran kir û wiha lê zêde kir:  "Divê xalên 25, 107/2 û 16, 110/9 û madeya demkî ya 2’yan a Qanûna Înfazê ya 5275’an, her wiha xala 17/4 ya Qanûna 3713’an bêne rakirin û guhertinên pêwîst di TCK’ê de bêne kirin.

 

"Divê wezareta dadê ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ gavan biavêje"

 

Ozturk Turkdogan bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku gotibû 'ji bo aştiyê divê her du baskên kevokê hebin' û ev tişt anî ziman: "Divê Wezareta Dadê ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ gavan biavêje.

Di Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de, divê hevkarên Tifaqa Komarê sozên xwe yên derbarê ‘mafê hêviyê’ de bi cih bînin û ji bo ‘her du baskên aştiyê’ temam bibin gavên pêwîst bavêjin."

Turkdogan got ku ji bo serkeftina Pêvajoya Aşitiyê û Civaka Demokratîk, dabînkirina tenduristî, ewlehî û şertên azadiyê yên birêz Ocalan mecburiyek e.

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan têkildarî biryara “Mafê hêviyê” ya Komîteya Wezîran axivî û got: “Şert e ku di çarçoveya Plana Çalakiyan a Mafên Mirovan de sererastkirinên hiqûqî bên kirin. Dikarin bi rehetî vê sererastkirinê di ‘mafê hêviyê’ de bike

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24