Êrîşên dijber ên Îran û Amerîkayê derbasî roja xwe ya heftem bûn.
Navenda Peywendiyên Giştî ya Artêşa Îranê êvara roja înê ragihand ku Hêza Deryayî ya Îranê keştiyek li bakurê Okyanûsa Hindî bi mûşekeke krûz armanc kiriye.
Li aliyekî din jî, Ajansa nûçeyan a Tesnîmê ragihand ku keştiyeke Taylandî roja înê li Tengava Hurmizê ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve hat armanckirin.
Tesnîmê diyar kir ku keştiya ku ala Taylandê hildabû, bêyî ku guh bide hişyariyan û bêyî ku destûrê ji Supaya Pasdaran bistîne, hewl dide ku di Tengava Hurmizê re derbas bibe.
Piştre ev keştî ji aliyê Supaya Pasdaran ve hat armanckirin.
CENTCOM: Di şeva heftem de me êrîş li dijî Îranê pêk anîn
Piştî êrîşên Îranê yên li dijî du keştiyan, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di berdewamiya şeva heftem de li pey hev, wê dest bi pêleke nû ya êrîşên li dijî Îranê kiriye.
Êrîşên Amerîkayê yên li dijî Îranê roja înê ji saet 10:30’ê êvarê ve dest pê kirin.
CENTCOM’ê ragihand ku Amerîka dê dorpêça deryayî ya li ser bender û beravên Îranê bidomîne.
Piştî destpêkirina êrîşên Amerîkayê yên li dijî Îranê, Medyaya Îranê ragihand ku binesazî, navend û baregehên leşkerî yên Îranê li parêzgehên Hurmuzgan, Bûşehir, Yezd û Loristanê hatin armanckirin.
Heta niha, der barê ziyanên gengaz an qurbaniyan de ti agahî nehatiye belavkirin.
Îranê êrîşên bersivdanê li dijî welatên Kendavê pêk anîn
Di bersiva van êrîşan de, Supaya Pasdarên Îranê êrîşên bi mûşek û dronan li dijî hejmarek welatên Kendavê pêk anîne.
Welatên Kendavê yên ku hatin armanckirin, ev in:
Kuweyt, Behreyn, Urdun û Erebistana Siûdî.
Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku wan êrîşî fîloya Amerîkî ya li Bendera Ehmedî ya Kuweytê û xala kombûna balafirên şer ên Amerîkî ya li devera Şêx Îsa ya Behreynê kiriye.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Kuweytê Siûd Ebdulezîz Etwan daxuyand ku sazî û baregehên girêdayî artêşa Kuweytê jî di van êrîşan de bûne armanc.
Siûd Ebdulezîz Etwan anî ziman ku di encama van êrîşan de hejmarek hêzên bejayî yên artêşa Kuweytê birîndar bûne.
Peyamnêrê Axiosê Barack Ravid jî da zanîn ku Îranê mûşekeke balîstîk avêtiye baregeheke Amerîkî ya li Erebistana Siûdî.
CBS News: Çend leşkerên Amerîkî di êrîşên Îranê de birîndar bûn
Têkildarî vê mijarê, Kanala CBS Newsê ragihand ku di êrîşên Îranê yên li ser baregehên Amerîkî yên li Urdunê de, hejmarek ji leşkerên Amerîkî birîndar bûne.
Li gorî Kanalê, dewleta Îranê di hefteya borî de herî kêm du baregeh li Urdunê armanc kirine.
Di dawiyê de, CBS Newsê zêde kir ku di van êrîşan de ti rapor li ser kuştina leşkerên Amerîkî yan leşkerên Urdunî nehatine weşandin.