Çalakiyên ji bo zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewam in

Çalakiyên protestokirinê der barê biryara Wezareta perwerdeyê ya Sûriyê de, ku di hefteyê de tenê 3 wane ji bo zimanê Kurdî bê veqetandin, li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Der barê vê yekê de îro li Qamişloyê daxuyaniyek hat dayîn û li Kobanê jî daxuyanî û panel hatin lidarxisitn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li dijî biryara Wezareta perwerdeyê ya Sûriyê, ku di hefteyê de tenê 3 wane ji bo zimanê Kurdî bê veqetandin.

Ji 27`ê tebaxê û heya niha çalakiyên protestokirinê tên li dar xistin.

îro jî Ekademiya Lêkolînên Perwerdehiyê ya Qamişlo li ber avahiya NYya li bajêr, daxuyaniyek dan.

Ekademiya Lêkolînên Perwerdeyê diyar kir ku zimanê Kurdî ne tenê amûrek ragihandinê ye, lê stûnek bingehîn a nasnameya çandî û hebûna neteweyî ya gelê Kurd li Sûriyê ye.

Ekademiyê daxwaz kir ku zimanê Kurdî di qada giştî û saziyên fermî û perwerdeyê de, li gorî prensîbên hemwelatîbûna wekhev û pirrengiyê were bikaranîn.

Di dawiya çalakiyê de, komîteyek ji Akademiya Lêkolînên Perwerdehiyê daxwaznameya xwe pêşkêşî Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) kir.

Di heman demê de Xwendekarên ji çend dibistanên taxa Xerbî ya Qamişloyê li ber Dibistana Abdulwehab Meqsûd der barê vê biryarê de daxuyaniyek dan.

Xwendekaran di daxuyaniyê de eşkere kirin ku ew biryara Wezareta Perwerdehiyê ya veqetandina tenê 3 wane ji bo zimanê Kurdî red dikin.

Xwendekaran gotin ku ziman nasname û dîroka civaka Kurd e û ji bo gelê Kurd, ew beşekî hebûna wan e.

Ji bo heman mijarê jî li zanîngeha Kobanê panêlek hat li dar xistin.

Her wiha di panêlê de ji aliyên hiqûqî, zanistî û olî de behsa mafê xwendina bi zimanê dayikê hat kirin.

Ev demeke li Rojavayê Kurdistanê daxwaz tê kirin ku zimanê Kurdî neyê sînordarkirin û daxwaz ji Hikûmeta Sûriyê tê kirin ku li herêmên Kurdan, tevahiya dersên li dibistanan bi zimanê Kurdî bên dayîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye