Ciwan Îso :Xelkê Serêkaniyê dixwazin birûmet vegerin malên xwe

Rêveberê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso, diyar kir ew ji bo vegera ewle ya koçberên Serêkaniyê, bi parêzgarê Hesekê û berpirsan re civiyan û got: "Heta dewleta Tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê bin, koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê, dê nikarbin vegerin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di peymana 29'ê çileya 2026'an, ya ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên HIkûmeta Veguhêz ya Sûriyê de hat îmzekirin,b li ser garantîkirina vegera bi ewle ya koçberan bo herêmên wan, li hevkirinek hat kirin.

 

Di çarçoveya mijarê de, Rêveberê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso ji ajansa ANHA'yê re axivî.

 

Ciwan Îso diyar kir ku ew ji bo vegera ewle ya Koçberên Serêkaniyê, bi parêzgarê Hesekê û berpirsan re civiyane û got:

 

"Heta dewleta Tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê bin, koçberên bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê dê nikarbin vegerin, divê garantiya ewlehiya koçberan were dayîn û dema koçber vegerin kesek tadê li wan neke."

 

 

"Li Serêkaniyê aramî nîne, koçber nikarin vegerin"

 

Îso got ku parêzgarê Hesekê û tîma şopandina pêkanîna lihevkirina  29`ê Çileyê komîteyek hevbeş a vegera koçberan ava kirine û dibe ku biçin serdana Serêkaniyê û rewşa wê binirxînin û wiha domand:

 

"Rewşa ewlehî ya Serekaniyê ne aram e. Niha derfet nîne ku koçber vegerin. Ji ber ku bi hezaran malên Serêkaniyê hîna vala nekirine. Komên çekdar bajarê bi rê ve dibin û saziyên istixbaratê yên hêzên derve li Serêkaniyê dixebitin."

 

 

Ciwan Îso destnîşan kir ku di vê dema dawiyê de rêveberê herêmê hat tayînkirin û hîna saziyên Serêkaniyê ji aliyê kesên ne ji bajar ve têne birêvebirin û  wiha zêde kir:

 

"Xelkê Serêkaniyê dixwazin birûmet vegerin, mafên xelkê resen ê herêmê werin dayîn, kiryar li hemberî wan neyên kirin û careke dîtir wan neçarî koçberiyê nekin."

 

 

Ciwan Îso got ku ew niha bi alîkariya meclis û rêveberiyên herêmî lîsteyên koçberan amade dikin û wiha pê de çû:

 

"Bi alîkariya meclis û rêveberiyên herêmî em niha agahiyên li ser koçberên Serêkaniyê bi ziravî kom dikin.

Em ê hemû ziyanên ku dîtine û mal û milkan belge bikin."

 

Îso da zanîn ku gelek malbat hene hîna malên wan nehatine valakirin. Berî ku ji malên koçberan derbikevin, her tiştî talan dikin û xira dikin.

 

Divê aliyên lihevkirina 29`ê Çileyê vê yekê bişopînin, destwerdanê bikin û destûr nedin ku malên xelkê Serêkaniyê werin talankirin û got:

 

"Baregehên leşkerên Tirk hîna nehatine rakirin. Ev baregeh ji aliyê istixbaratên Tirk ve têne birêvebirin. Serêkaniyê hîna ewle nebûye."

 

Rêveberê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso di dawiyê de got:

 

"Kesên ku li Serêkaniyê rabûn xwepêşandanan ne ji xelkê Serêkaniyê ne û naxwazin lihevkirina 29’ê Çileyê pêk were. Bi taybet kesên ku destê xwe danîne ser mal û milkên xelkê Serêkaniyê naxwazin koçber vegerin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye