Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 8’ê Kanûna 2024’an de bajarê Minbicê dagir kir û Pakrewangeha Şehîdan a bajêr xirab kir.
Çeteyan bêrêzî li hemberî cangoriyên ku şerê DAIŞ’ê kirine, nîşan dan û pakrewangeha wan talan kirin.
Her wiha çeteyan berê jî di demên cuda de dîsa bêrêzî li pakrewangehê kiribûn û beşek jê wêran kiribûn.
Li Tertûsê çekdarên nenas mezareke elewiyan şewitandin
Li gundewarê bajarê Tertûsê jî çekdarên nenas mezareke olî ya Elewiyan şewitandin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li gundê Miwered a gundewarê Tertûsê çekdarên nenas, bombe avêtin hundirê mezareke olî ya Elewiyan.
SOHR`ê da xuyakirin ku di encamê de mezar bi temamî hatiye şewitandin.