Li Zanîngeha Dîclayê ya Amedê sala nû bi perwerdehiyê û hîndekariyê dest pê dike.
Rojên danasînê duh dest pê kir û di roja duyemîn de bi tevlibûna gelek xwendekaran berdewam dike.
Li Zanîngehê xwendekaran stand vekirin û her kom û klûbên zanîngehê tev li rojan dibin û agahiyên xwe parve dikin.
Kom û klûbên Kurdî jî tev li rojên danasînê bûne.
Koma Komeleya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Pirzmanî û Pirçandî ya Zanîngeha Dîcleyê (DUKET), Koma Xebatgeha Hunerên Dikê ya Dîcleyê (DÎSSA), standên xwe vekirine û bi cil û bergên xwe yên Kurdî xwendekaran pêşwazî kirin.
Wê rojên Danasînê heta 25`ê cotmehê berdewam bike.