Hêzên Rojhilat: Zêdebûna bidarvekirinan binpêkirina mafê jiyanê ye

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê der barê bidarvekirina welatiyan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, daxuyaniyek weşand. Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de kiryarên dewleta Îranê şermezar kir û banga rawestandina bidarvekirinan kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê li ser zêdebûna bidarvekirinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Hevpeymaniyê da zanîn ku bidarvekirin, bêyî ku ti hincetek hebe, binpêkirineke eşkere ya mafê jiyanê ye û berpirsiyariya civaka navneteweyî, saziyên mafên mirovan û raya giştî ye.

Hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê di nivîsa xwe de ev peyam da:

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê

"Raporên rêxistinên mafên mirovan nîşan didin ku zêdebûnek di sepandin û cîbicîkirina cezayê bidarvekirinê de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve heye.

Ji destpêka sala 2026'an û vir ve, zêdeyî 850 girtiyî hatine bidarvekirin.

Di heman demê de, her ku nakokî û aloziyên rêjîmê li herêmê zêde dibin, palpişt nîşan didin ku cezayê bidarvekirinê ji her demê bêtir wekî amûreke kuştinê tê bikaranîn.

Da ku di civakê de tirsê çêbike û ji daxwazên gel paşve gavê biavêje û ji bo pêşîgirtina li xwepêşandanan."

"Divê Rêxistinên Mafên Mirovan pêşî li bidarvekirinê bigirin"

Her wiha hevpeymaniyê amaje bi wê yekê kir ku zext û neheqiya dezgehên ewlehiyê û dadweriya Îranê li dijî xwepêşanderan û çalakvanên siyasî û sivîl berfireh bûye.

Hevpeymaniyê bal kişand li ser mijara xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û da zanîn ku piştî xwepêşandanên Çileyê, bi dehan xwepêşander bi awayekî neqanûnî cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birîn û wiha domand:

"Hejmareke mezin ji girtiyên xwepêşandanan û girtiyên siyasî yên ku cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birîn, bi gefên cidî re rûbirû ne.

Ji ber vê yekê, rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî divê hemû şiyanên xwe yên qanûnî û dîplomatîk bi kar bînin, da ku pêşî li bidarvekirinê bigirin.

Di heman demê de, divê rêxistinên mirovî hewl bidin ku mekanîzmayên qanûnî bidin xebitandin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê diyar kir ku divê rola saziyên mafên mirovan û raya giştî tenê bi îfadekirina fikaran sînordar nebe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye