Hikûmeta Sûriyê naskirina bawernameyên Rêveberiya Xweser qebûl kir

Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê bi daxuyaniyek ragihand ku wan di çarçoveya entegrasyonê qada perwerdê de bawernameyên Rêveberiya Xweser naskirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 Wezîrê Perwerdehiyê Mihemed Ebdulrehman Turko ragihand ku ew ji bo temam kirina pilana entegrasyona perwerdehiyê li parêzgeha rojhilat bawernameyên xwendekarên Rêveberiya Xweser qebûl kir.

Her wiha Mihemed Ebdulrehman Turko diyar kir ku ew hewl didin ku pergala perwerdehiyê bikin yek.

Wezîrê Perwerdehiyê rave kir ku wezaretê bend û rêziknameyên pêwîst ji bo pejirandina bawernameyên ku berê ji hêla "Rêveberiya Xweser" ve hatine dayîn derxist.

Turko tekez kir ku ev tedbîr beşek ji projeyek neteweyî ya berfireh in ku armanc dike ku pergala perwerdehiya Sûriyê bike yek û nasnameya neteweyî xurt bike.

Wezareta Perwerdehiyê biryarek derxist ku rê dide xwendekarên ku berê li gorî bernameya xwendinê ya Rêveberiya Xweser xwendina xwe didomandin, tenê di salên akademîk ên 2025-2026 û 2026-2027an de, li gorî rêzikname û pîvanên neteweyî yên yekgirtî, beşdarî ezmûnên bawernameyên perwerdehiya navîn û bingehîn a giştî bibin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye