Şêniyên Siweydayê: Divê hêzên hikûmeta Şamê ji sînorên îdarî vekişe

Li qada El Kerama ya bajarê Siweydayê xwepêşandanek hat lidarxistin. Xwepêşendêran daxwaza vekişîna Hêzên Hikûmeta Şamê bi temamî ji ser sînorên îdarî yên Siweydayê bi awayekî lezgîn, kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xwepêşandêran destnîşan kirin ku van hêzan sûc li dijî şêneyên parêzgehê pêk anîne, jin, ciwan, mêr, zarok û temenmezin qetil kirin, mal û milkên wan dizîn û şewitandin.

Di xwepêşandanê de pankartên "Ji axa me derkevin... rastî nabe bê jêbirin" hatin bilindkirin.

Hêzên Hikûmeta Şamê li zêdetirî 30 gundan bi cih bûne, rê li ber veguhestina cenazeyên qurbaniyên digirin û rê nadin şandeyên NY`yê  bikevin bajêr, ji bo ku hejmaran belge bikin yan jî alîkariyê pêşkêş bikin.

Herî dawiyê jî di 23’yê Tebaxê de şêniyan li qada El Kerama xwepêşandanek li dar xistibûn tê de banga diyarkirina çarenûsa parêzgeha Siwêdayê hat kirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24