Li Enbar cardin êrîşî hêzên Heşdî Şebî hate kirin: 9 kuştî û 10 birîndar hene

Li sînorê parêzgeha Enbar ya Îraqê êrîşek li ser komên çekdar ên ser bi Heşdî Şebî hate kirin. Di encama êrîşa hewayî de 9 çekdarên tevgera Ensarullah Awfia hatin kuştin û 10 çekdar jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên AFP’ê ji du berpirsên ewlekariyê yên Îraqê girtine, îro baregeha tevgera Ensarullah Awfia ya ser bi Heşdî Şebî û nêzîkî Îranê, hate bombebarankirin.

 

AFP’ê li gorî zanyariyên çavkaniyan da zanîn ku di encama êrişê de 9 çekdarên tevgera Ensarullah Awfia hatin kuştin û 10 çekdar jî birîndar bûn.

 

Her wiha hate ragihandin ku baregeha koma çekdar bi temamî hatiye wêrankirin û yekîneyên lezgîn yên ku ji bo rizgarkirina çekdaran gihiştin cihê buyerê jî rastî êrişê hatin.

 

Lewma dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye