Li Îranê di Kanûnê de 96 kes hatin darvekirin

Kampayaya Sêşemên Na ji darvekirinê re diyar kirin ku di meha Kanûnê de li girtîgeha Wekîl Abadî ya li Meşehed 96 kes hatine darvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na di hefteya 101’emîn de berdewame. Bi vê wesîleyê kampanyayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê meha Kanunê de 96 girtiyên li girtîgeha Wekîl Abadî ya li Meşehed hatine darvekirin û hate gotin; “Li du girtiyên siyasî yên Kurd yên bi navê Mehrab Ebdulzade û Yunis Bexşî, cezayê darvekirinê hatiye birîn.”

Li gorî daxuyaniyê 2 rojin xelkê Tahranê dijî zordariya hikumetê li qadane û hate gotin; “Ev xwepêşandan belavî gelek bajarên din jî bûye. Herwiha dewleta darveker, pêvajoya bêdengkirin û darvekirinê ya ji bo rêgirtina li raperînê berfirehtir kiriye.”

Hêjayî gotinê ye Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na di 9’ê Çileya 2023’yan de wek nerazîbûnek li dijî darvekirinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hat destpêkirin. Hemû rojên sêşeman beşdarvanên kampanyayê dikevin gireva birçîbûnê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye