Li benzînxaneyeke Silêmaniyê teqîn: 3 kes birîndar bûn

Beriya çend kêliyan li yek ji benzînxaneyên li taxa Kurdistan a Silêmaniyê de teqînek rû da, di encamê de3 kes birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li nava benzînxaneyeke taxa Kurdistan ya Silêmaniyê teqînek rû da. Hat diyar kirin ku ji 3 birîndaran yek bi giranî birîndar bû.

Her wiha teqîn ku di sîstema gazê ya li benzînxaneyê de çêbûye û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Rêveberê Navenda Beşa Lezgîn a Silêmaniyê Saman Nadir têkildarî bûyerê ragihand di encama teqînê de 3 kes birîndar bûne, birîna yek ji wan girane û ew rakirine nexweşxaneya Şar.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye