Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gelan (CHP) Ozgur Ozel li ser pirsa kurd ji BBC Turkçeyê re nirxandin kir.
Ozel ku ji ber endam neşandibûn Grava Îmraliyê rastî bertakan hatibû, bersiv da rexneyên li wan hate girtin.
Serokê CHPê dibêje: "Me ji muxataban re û ji Partiya Demê re jî got, heta demokratîkbûn çênebe pirsa kurd çareser nabe."
"Divê gavên pêvajoyê û demokratîkbûna Tirkiyê bi hev re bimeşin"
Aliyê hikûmetê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dibêje, "pêşî bila aştî pêk bê paşê em ê zagonan derxînin. em vê helwestê rast nabînin.
Ji ber vê yekê em dibêjin ku demokratîkbûn, aştî û çareserî divê bi hev re pêk bên.
Wekî din, em nikarin bibêjin, 'Werin em pêşî vê bikin, bila ew karê pirekî bibîne, bila demokrasî ji vê pirê derbas bibe ev ne pêkan e.'"
Serokê CHP'ê wekî koka pirsgirêka Kurd demokratîkbûnê pênase dike û diyar dike, Hikûmet berê jî pêvajoyê heta astekê anî û piştre dev jê berda.
Niha jî dikarin wisa bikin. Em dîsa dibêjin "hûn nikarin hin zagonan derxînin, lê demokratîbûnê paşguh bikin.