Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyonek bi desteka Koalîsyona Naveteweyî serçeteyekî DAIŞ’ê girtin e.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku operasyonên ewlehiyê yên berfireh li dijî bermahiyên rêxistina DAIŞ'ê berdewam dikin.
Her wiha Navenda Ragihandina QSD'ê desnîşan kir ku li gorî lêkolînan, çeteyê hatî girtin şaneyek bi rêve dibir. Alavên pêwîst ên çêkirina erebeyên bombebarkirî peyda dikir da ku êrişan li dijî sivîlan û hêzên me pêk bînin.
Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku duh bi hevkariya koalîsyona Navneteweyî li bakurê Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞˊê hatine girtin û gelek çek, cebilxane hatiye desteserkirin.