Lezgin

ENSAR ALSUNNE: ME AGIR BERDA LAZIQIYÊ

Rêxistina Ensar El Sunna berpirsiyariya agirên çiyayên Laziqiyê girte ser xwe û wezîrekî hikûmeta demikî ya Sûriyeyê eşkere kir ku 5 hezar û 600 hektar erd şewitîne.

reset font size increase font size

Wezîrê Rêveberiya Rewşên Awarte û Karesatan ê hikûmeta demikî ya Sûriyeyê Raîd El Salih ragihand ku di roja sêyemîn ji berdewamkirina agir li Laziqiyê, zêdetirî 5600 hektar erdên çandiniyê û daristan şewitîne û 25 gund jî av li ser wan hatiye qutkirin.

Ev yek jî anî ziman ku belavbûna agir ji ber bayê bihêz û germahiya bilind bû û got: Tîm hatin şandin ji bo vemirandina agir û parastina sivîlan.

Ji aliyê xwe ve jî Rêxistina Ensar El Sunna berpirsiyariya agirên ku li çiyayên Laziqiyê belav bûne, girt ser xwe û berî vê yekê jî berpirsiyariya teqîna li kenîseya Mar Ilyas ya li Şamê girtibû ser xwe ku di 22`ê hezîranê de hatibû encamdan.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24