Cotkarên zeytûnan ên ji Hemayê banga alîkariyê kirin

Cotkarên zeytûnan ên ji Hemayê dibêjin berhema îsal kêm e, bi ser de jî mesrefa givaştinê zêde ye û piştgiriya hikumetê jî nîn e. Cotkaran ji bo cotkariya zeytûnan dewam bike, banga alîkariyê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cotkarên parêzgeha Hemayê wekî herêmên din ên Sûriyeyê di vê demê de dest bi berhevkirina zeytûnan dikin. Îsal berhema zeytûnê pir kêm e.

Tê gotin ku sedema kêm bûnê guhertina zêde ya rewşa hewa, hişkesaliyê û nexweşiyên çandiniyê ye.

Hejmara darên zeytûnan li Hemayê derdora 12 milyonan e. Ji wan 10 milyon nû gihaştine asta berhemdariyê. Li gorî texmînan îsal berhem dê bigihêje 51 hezar tonî. Sala derbasbûyî berhem 90 hezar ton bû.

Li herêma Hemayê derdora ji sedî 80’yê zeytûnan tê givaştin û ji bo zeytê tê bikaranîn.

Cotkar dibêjin mesrefa zêde dê bandorê li buhayê zeytê bike, ev jî barê cotkaran girantir dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye