Li seranserî Îranê 220 welatî hatine binçavkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku li seranserî Îranê 220 welatî hatine binçavkirin. Her wiha li Îranê, jinek jî hat kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rejîma Îranê îro pêleke nû ya binçavkirina welatiyan pêk anî.

 

Wezareta Îstixbaratê ya Îranê, binçavkirina hejmareke mezin ji welatiyan li Îranê ragihand.

 

Di heman demê de, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, bîlançoya binçavkirina welatiyan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê eşkere kir.

 

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ragihand ku şeva borî li 26 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 111 welatî bi bihaneyên 'dijmin û neyarên welat' hatine binçavkirin.

 

Ev di demekê de ye ku beriya niha jî Supayê Pasdaran ên Îranê ragihandibû ku kesên binçavkirî wê wekî 'sîxur' nêzîkatî lê werin kirin, lê ti belge nehatibûn weşandin ku nîşan bidin ew sîxûr in.

 

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê da zanîn ku di pêleke nû ya gef û binçavkirina welatiyan de, li parêzgeha Tehran, Elbûrz, Hemedan û Urmiyeyê, herî kêm 220 welatî hatine binçavkirin.

 

Her wiha Rêxistinê destnîşan kir ku ev binçavkirin bi sûcên 'şandina wêne û dîmenan ji medyayên biyanî re û hewldanên ji bo lidarxistina xwepêşandanan' hatine pêkanîn.

 

Li Îranê jinek hat kuştin û 2 jinên çalakvan jî hatine binçavkirin

 

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îraniyan jî di derbarê zext û binpêkirinên rejîma Îranê yên li ser jinên çalakvan de, agahiyên nû parve kir.

 

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku li parêzgeha Tehranê, jina bi navê Persto Rebîe, bêyî fermana dadwer di bin îşkenceyê de hat binçavkirin û ji bo girtîgeha Qerçekê hatiye veguhastin.

 

Li navçeya Nezer Abad a ser bi parêzgeha Elbûrz ve jî, jina çalakvan ya bi navê Emîne Qasim Zade li gel kurê xwe yê temen 15 salî (Aryo Meşrafî) bêyî fermana dadwer hate binçavkirin û heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.

 

Her wiha hatiye diyarkirin ku li parêzgeha Esfehanê jî, jina bi navê Fatma Ebasî beriya du mehan di dema xwepêşandanan de, ji ber gulebarana hêzên Îranê birîndar bûbû, piştî du mehan ji ber birîna xwe ya giran jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye