Kremlinê "kuştina" rêberên Îranî şermezar kir

Piştî ku ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê Fars’ê, mirina Elî Larîcanî, sekreterê Encumena Bilind a Ewlekariya Neteweyî û şêwirmendê rêberê bilind ê kuştî yê Îranê, Ayetullah Elî Xameneyî li Tehranê piştrast kir. Kremlinê "kuştina" rêberên Îranî di êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê de, şermezar kir.

reset font size increase font size

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov, di bersiva pirseke rojnamevanan de, li ser berteka Rûsyayê ya li hemberî kuştina Larîcanî, got: "Em bi tundî her kiryareke ku armanc dike serweriya Îranê têk bibe yan jî rêberên wê bikuje şermezar dikin.

 

Rûsyayê, ku yekane santrala nukleerî ya Îranê ava kiriye û alîkariya xebitandina wê dike. Êrîşên asmanî yên Amerîka-Îsraîlê li ser hevalbendê xwe yê Îranê rexne kir û daxwaza agirbesteke tavilê kir.

 

Rojnameya Wall Street Journal roja Sêşemê, bi îspatkirina çavkaniyên pispor derbarê mijarê de, ragihand ku Rûsyayê hevkariya xwe ya leşkerî û parvekirina îstîxbaratê bi Îranê re berfireh kiriye.

 

Rûsyayê Wêneyên satelîtê û teknolojiya dronan a pêşketî, pêşkêş kiriye da ku alîkariya Tehranê bike.

 

Peskov di bersiva pirsekê de li ser raporên medyayê, ev nûçe wekî derew bi nav kir û got: "Wekî ku hûn dizanin, niha gelek rapor li ser vî şerî belav dibin, û piraniya wan ji derewê wêdetir tiştekî din nadin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye