Lezgin

Şerê Îsraîl û Îranê: Piştî 12 rojan agirbest hat ragihandin

reset font size increase font size

Şerê Îsraîl û Îranê ket roja xwe ya 12`an. Duh di demjimêrên şevê de Serokê DYA`yê Donald Trump agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de, ragihand.

Donald Trump diyar kir ku agirbest wê Îro di saet 4`an de bikeve meryetê.

Piştî 12 roj ji şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû jî ragihand ku wan agirbest qebûl kiriye.

Her wiha Benyamîn Netenyahû tekez kir ku wê parastina ewlehiya welatê xwe her dem bingeh bigire.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî dest nîşan kir ku ger Îsraîl êrîşên xwe li ser Îranê rawestine, wê Îran tu bersiv an jî êrîşan pêk neyîne.

Ragihandina Îranî jî li ser Press TV eşkere kir ku agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de, ji saet 7:30’an ve dest pê kiriye.

Hemwextê van daxûyaniyan artêşa Îsraîlê ragihand ku berî agirbestê bi çend saetan, Îranê bi 6 mûşekan herêma Beir El-Sebi kir armanc û di encamê de 6 kes hatine kuştin.

Di şerê Îsraîl û Îranê yê ku di 13`ê Hezêranê de destpêkiribû de artêşa Îsraîlê gelek baregehên leşkerî, cihên avêtina mûşekan û cihên Nukleerî yê Îranê kir armanc. Di encamê de bi dehan fermandarên leşkerî û nêzî 14 zaniyarên Nukleerî, Îranê hate kuştin.

Îranê jî weke bersiv bi sedan mûşekên pêşketî û balafirên bêmirovî êrîşî Îsraîlê kir û gelek bajarên weke Tel Avîv, Beir ElSebi û Heyfayê, bombebaran kir.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî di rojên dawî de, cihên Nukleerî weke Fordo, Natanz û Esfehanê yên Îranê da.

Îranê jî duh, berî ku Donald Trump Agirbestê ragihîne, bersiva Amerîkayê da û bi 14 mûşekan êrîşî baregeha ElUdeyd a Amerîkî li Qatarê û baregehên Eyn El Esed û Eltacî yên li Iraqê, kir.

Ceylan Hesen

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24